Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberên Tirk û Alman Ser Krîza Penabera Civîn


Davutoglu û Merkel
Davutoglu û Merkel

Tirkîye û Almanya li ser çend pîvanên ewlehîyê qayil bûn ku rê li ber krîza penaberên Sûrî bigirin, di vê demê de ku bi hezaran kes li ser sînorê Tirkîyê û Sûrîyê asê mane.

Serokwezîra Almanya Angela Merkel û Serokwezîrê Tirkîyê Ahmet Davutoglu got, her du welat wê hewlên hevbeş bikin ku NATO dest bavêjî kêşeya penaberan.

Davutoglu got, ku pêdivî be wê Tirkîyê bi hezaran penaberan wergire, ku aniha li alîyê din yê derîyê Oncupinar, li Bab al-Samam dimînin.

Yekîtîya Ewrupa roja Şemîyê bang li Tirkîyê kir ku tixubên xwe ji penaberên Sûrî yên ser sînor re veke. Endamên Yekîtîya Ewrupayê soza $3.3 mîlyar dabû Tirkîyê ku penaberan bihewîne û kontrolan tund bike ew neyên ber derîyê Ewrupa.

XS
SM
MD
LG