Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Tirkîyê Davutoglu Ragihand ku Ew Dest ji Karê Xwe Berdide


Serokwezîrê Tirkîyê Ahmet Davutoglu îro Pêncşemê ragihand ku ewê di kongreya awarte ya Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) de, xwe careke din neke berbijar.

Davutoglu, piştî civîna Desteya Rêvebir ya AKP, di preskonferansekê de li Enqerê got ku jibo yekbûna partîya wan guherîneke di rêberîyê de pêdivî ye.

“Dema min ev biryar da, ne jiber ku serketî nebûme yan jî li ser biryareke xwe poşman bûme. Biryar ne bijara min bû, lê li gor şertên heyî tiştekî pêdivî ye. Li hember kesekî ne xeyîdî yan dilşikestî me.”

Davutoglu da zanîn ku ewê li nav AKPê bimîne û wek parlamenterekî wê “doza xwe bidomîne.” Wî herwiha dilsozîya xwe ji Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan re eşkere kir.

Erdogan jî li ser pêşketinên îro got ku biryar ya Davutoglu ye û ew serketin ji wî re dixwaze.

XS
SM
MD
LG