Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Davutoglu Hevserokê HDPê Demîrtaş bi Îxanetê Sûcdar Dike


Serokwezîrê Tirkîyê Ahmet Davutoglu, Hevserokê HDPê Selahattîn Demîrtaş sûcdar kir ku çû Moskowê û li wir Enqere şermezar kir ku firoka Rûsî li ser sînorê Sûrîyê anî xwarê.

"Kî ku Tirkîyê ligel krîzeke diborîne, HDP diçe alîyê wan kesan digire. Rûreşî û îxanet e ku Demîrtaş li Moskow got xistina firoka Rûsî kiryareke çewt bû.”

Davutoglu bi berdewamî got ku erkê wan yê serekî ew e ku dengê xwe dijî zalimtîya Rûsya bilind bikin.

"Piştgirîdayîna Rusya, di dema ku sîvîlan li Sûrîyê dikuje, ne tenê îxaneta dijî welatê me, lê dijî hemî mirovahî ye," Davutoglu got.

Demîrtas do Çarşemê ligel Wezîrê Derve yê Rûsya Sergei Lavrov re hevdîtinek kiribû û rexne li Enqerê kiribû ku firoka Rûsî gêr kiribû.

XS
SM
MD
LG