Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Davutoglu ji Merkel'ê Xwest ku Weşanên Rexnegirên Erdogan Bisekinin


Davutoglu û Merkel
Davutoglu û Merkel

Serokwezîrê Tirkîyê Ahmet Davutoglu bi telefonê ligel Serokwezîra Almanya Angela Merkel peyîvî û nerazîbûna xwe derbarê rexneyên medya Almanî yên ser Serokomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan jê re ragihand.

Davutoglu gilîyên xwe li ser weşanên dawî yên hember Erdogan anî pêş Merkel ku Erdogan wek dijbarê azadîya ragihandinê nîşan didan. Davutoglu ji hevtaya xwe ya Almanî xwest ku weşanên wiha bêne sekinadin.

Kovara hefteyî Der Spiegel di berga vê hefteyê de karîkatura Erdogan kar anîbû û rexneyên giran li wî kiribû û ew wek “zilamê hov yê Bosfor (Bogaz) nav kiribû.

Der Spiegel raporta ser Erdogan jî bi Der Spiegel “Hevalê Tirsdar: Şerê Serokomar Erdogan yê dijî azadî û demokrasîyê" çap kiribû.

Tirkîyê meha borî balyozê Almanî gazî kiribû û ew jiber straneke dijî Erdogan protesto kiribû.

XS
SM
MD
LG