Serokê Partîya Siberojê Ahmet Davutoglu dîyar kir ku bi rewşa dawî ya meclîsê êdî divê ew bi hin partîyên din re komekê çêkin.
Davutoglu got ku ew bang li Partîya Demokrasî û Pêşvebirinê (DEVA) û Partîya Saadetê û Partîya Demkrat dike ku ew ser çêkirina komekê danûstandinan bikin.
Wî dîyar kir ku kesên berê dengên xwe dane Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) zûbizû nikarin dengên xwe bidin CHP’ê.
Ser hilbijartinên 14’ê Gulanê, Davutoglu got ku kesên ji AKP’ê ne razî berê xwe dane Partîya Tevgera Neteweperest (MHP) û Partîya Jinûve Refahê.
Davutoglu got ku ger wan tifaqa sêqolî çêkira ewê deng neçûna wan partîyên din.
Partîya Siberojê di Hevpeymanîya Netew de ye di hilbijartinên serokomarîyê de piştgirî dide Kiliçdaroglu.
Hêjayî bîrxistinê ye, Davutoglu berê yek jî sîyasetvanên li pêş yên AKP’ê bû û serokwezîrî jî kiribû.
Jêder: Twitter