Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Davutoglu Bersîvdana Hikûmetê ya Piştî Erdhejê Rexne Dike


Davutoglu û rêberên di yên Hevpeymanîya Netew
Davutoglu û rêberên di yên Hevpeymanîya Netew

Serokê Partîya Siberojê Ahmet Davutoglu di serdana Semsûrê de Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan rexne kir.

Davutoglu dîyar kir ku jiber mudaxaleyên dereng birîndaran li bin enqazan canên xwe ji dest dane.

‘’Erdogan dibêje ‘Ezê biryarê bidim, hun nikarin bidin. Wisa dixebite. Eger bi tenê saetekê jî mudaxeleya dereng çêbûye guneh li sitûyê wan e,’’ Davutoglu got.

Wî got ku Erdogan di dawîya roja çaran de serdana herêmê kiriye û dîyar kir ku dema birîndar li bin enqazan bûne deng ji wî derneketiye.

Serokê Partîya Siberojê dîyar kir ku sîstema hikûmeta serokomarîyê berpirsê mudaxaleya dereng e û got ku kes heta ku Erdogan ferman neke hereket nake.

Hêjayî bîrxistinê ye Erdogan di rojên borî de li Semsûrê gotibû ku li hin cîhan bi derengî mudaxele çêbûye û ji şênîyê bajêr xwestibû ku heqê xwe li wî helal bikin.

Walîyê Semsûrê Mahmut Çuhadar jî îro Înê ragihandibû ku ew jiber kêşeyên saxlemîyê dest ji kar berdaye.

Jêder: NTV

XS
SM
MD
LG