Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Davutoglu: Destûra Nû Ya Tirkiyê Dê Sekular Bimîne


Ahmet Davutoglu.

Serok hikûmetê tirkiyê Ahmet Davutoglu roja çarşemê da zanîn ku, destûra nû ya tirkiyê dê sekular bimîne, Davutoglu weha got piştî roja dûşemê serokê parlamenê tirkiyê Îsmail Kahraman, got bû, jiber ku, piraniya gelê tirkiyê Musilmanin, divê destûra dewletê jî di bingeha xwe de destûrek Îslamî be, ev daxwaza Kahraman rastî rexenyan hatbû.

Davutoglu da znaîn ku, raste niha partiya wan di bingeha xwe de partiyek îslamîye lê ewê destûra nû ya tirkiyê sekular bimîne, lê nek di çarveva sekularîzmek hişk û baladest de weke desthilatên berê.

Davutoglu di gotina xwe de îşaret da serdema desthiladarên berê li tirkiyê dema destûrek baladest ya sekular peyrew dikir û ne dihişt serpêçiya jinan hebe, li dibistanan, di saziyan û di parlamenê de, nedibû jin pora xwe dapoşin.

XS
SM
MD
LG