Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Berê yê Tirkîyê Davutoglu ji AKP'ê Veqetî


Serokwezîrê berê yê Tirkîyê Ahmet Davutoglu îro Înê ragihand ku ew ji Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) ya Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan veqetîye.

Davutoglu got ku berpirsîya wan ya dîrokî bû dest ji AKP’ê berdin û tevgereke nû ava bikin.

“Eşkere ye ku di nav AKP’ê de guherînxwazîya tuneye û kanalên danûstandinê daxistî n loma ne pêkan e ku guherînên navxweyî çêbin.”

Davutoglu ku heta dema nêzîk hevalbendê nêzîk yê Erdogan bû, li Enqerê got ku AKP ketiye komeke biçûk û nema kanîna wê ya rêvebirina welêt û çareserkirina kêşeyan heye.

“Jibo ku em nehêlin dilsozên AKP’ê bibînin ku serokê wan yê giştî ji partîyê tê qewitandin, em bi xwe ji AKP’ê cihê dibin,” Davutoglu bi berdewamî got.

Xencî Davutoglu, pênc qanûndanêrên berê yên AKP’ê jî ji partîyên xwe veqetîn.

Hêjayî balkişandinê ye ku rêvebirîya AKP’ê hember Davutoglu û hevalên wî lêpirsîn dabû destpê kirin ku ew ji partîyê werin dûrxistin.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG