Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Davutoglu Îro Serlêdana Damêzrandina Partîya Nû Kir


Serokwezîrê berê yê Tirkîyê Ahmet Davutoglu, ku demekê hevalbendekî nêzîk yê Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan bû, îro Pêncşemê serlêdana bo damêzrandina partîyeke nû kir.

Jêderekî nêzî Davutoglu ji Reutersê re got ku serokwezîrê berê serlêdana partîya nû pêşkêşî Wezareta Navxweyî kir û ewê roja Înê, bi preskonferasekê bi fermî çêkirina partîya nû ji bîragiştî re ragihîne.

Heman jêder ji Reutersê re got ku navê partîya Davutoglu wê Gelecek Partisi anku Partîya Sibêrojê be.

Davutoglu yê 60 salî ji 2014’an heta 2016’an serokwezîrtîya Tirkîyê kiribû lê dû re ji hêla Erdogan ve ji posta xwe hatibû dûrxistin.

Ew di demên dawî de rexneyên giran li Erdogan û polîtîkayên Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) yên aborîyê dike û wan bi sînorkirina mafên bingehîn û azadîya axaftinê tawanbar dike.

Davutoglu di meha Îlonê de ji AKP’ê veqetîbû û gotibû ku ew partî nema dikare pirsgirêkên Tirkîyê çareser bike.

Pisporên sîyasî pêşbînî dikin partîyên ku nû werin damêzrandin dikarin dengên mezin ji AKP’ê bistînin û zararê bigehînin desthilata Erdogan.

XS
SM
MD
LG