Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Dawateke Stenbolê de Zava û 9 Kesên Din jiber Rengên Kesk û Sor û Zer Hatin Girtin


Daweteke Kurdan li Geverê (Arşîv)
Daweteke Kurdan li Geverê (Arşîv)

Li taxa Esenyurt a Stenbolê zava û 9 kesên din bi sedema ku di dawatê de puşîya bi rengên kesk û sor û zer girêdane û sitranên Kurdî sitrane, hatine girtin.

Dawata malbatên Kurd 12’ê Hezîran’ê li taxa Esenyurt’ê pêk hatibû. Hêzên ewlekarî yên Tirkîye di 14’ê mehê de bi hinceta kesên beşdarî dawatê bûne, puşîyên bi rengên kesk û sor û zer girêdane û sitranên Kurdî sitrane, zava Mesud Karçik û bavê wî Tahsîn Karçik jî di nav de 10 kes gazî îfadedayînê kirin.

Bi berdewamîya bûyerê de jiber vê yekê Dadgeha Buyukçekmece jî bi tawana “propagandaya rêxistina terorê”, zava jî di nav de, biryara girtina 10 kesan da.

Komela Hiqûqzanên Azadîxwaz (OHD) ya şaxê Stenbolê li ser Twîtter’ê bertek nîşanî girtina wan kesan da.

“Guhdarkirina sitranên Kurdî û girêdana puşîyên bi rengên kesk, sor û zer ne tawan e. Em vê tawanbarkirina ku ti peywendîya wê bi hiqûqê ve tuneye qebûl nakin. Emê pêvajoya hiqûqî ji nêzîk ve bişopînin,” OHD got.

Herwiha, di heman deme de komelayê destnîşan kir ku bêyî ku ji alîyê dozger ve îfadeya wan were wergirtin li ser dosyeyê daxwaza girtina wan hatiye kirin.

Li alîyekî din ve jî li ser heman mijarê Cîgira Seroka Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Hiqûqzan Meral Daniş Beştaş jî li meclîsa Tirkîyê bertek nîşanî girtinan da.

Beştaş dîyar kir ku tifaqa desthilatê êrîşî hemî nirxên Kurdan dike û biryara dadgehê jî neyartîya dijî Kurdan nişan dide.

“Qey mirov wê nekare li dawatan rengên dixwaze li xwe bike? Qey mirov dê nekarin muzîkên dixwazin guhdar bikin. Şîroveya girtina van kesan çî ye? Dozger û dadgeh çima biryara girtina van kesan dide? Ev kiryara AKP’ê û MHP’ê ye,” Beştaş got.

MEB_6_16_22_Dawat_Keskûsorûzer
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:08 0:00

XS
SM
MD
LG