Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojeva Tirkîyê ya Sala 2012’an û Pirsa Kurd


Li Tirkîyê di sala 2012’an de, babeta sereke ya ku di sîyaseta navxweyî de, herî zêde gotûbêj li ser hatin kirin pirsa Kurd û berdewama şerê dijwar yê navbera artêşa Tirkîyê û serhildayên PKK’ê bû.

Di rêza diduyan de jî berdewama şerê li Sûrîyê hebû ku piştî Kurdan dest danî ser rêvebirîya bajarên xwe, karbidestên hikûmeta Tirkîyê ev wekî gefeke li dijî sînorê xwe nirxandin.

Ligel van her du babetan, têkîlîyên Tirkîyê di sala 2012'ê de, piştî kêşeyên navbera Bexda û Hewlêrê, bi rêvebirîya Herêma Kurdistanê re jî xurt bûn.

Di qada navnetewî de, reformên jibo pêşxistina demokrasîyê yên di çarçoveya nexşerêya Yekîtîya Ewropayê (YE) de, li gor salên berê qels man ku di raporên sazîyên Yekîtîya Ewropa (YE) de gelek rexne cî girtin.

Jiber girîngî û rola Tirkîyê di alozîya Rojhilata Navîn û Sûrîyê de, çavê karbidestên Amerîkî jî di sala 2012’an de li ser Tirkîyê bû ku bi taybetî jî Wezîra Derve ya Amerîka Hillary Clinton 5 caran serdana Tirkîyê kir.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG