Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

UN: Hikûmeta Sûrî Gihandina Alîkariyan Bo Herêmên Pêdivî Asteng Dike


Staffan de Mistura

Staffan de Mistura nunerê taybet yê Netewên Yekgirtî li Sûriyê, roja pênşemê da xuyakirin ku hikûmeta Sûrî astengiyan dixe riya gehiştina alîkariyên rêxistina navnetewî jibo cihên pêdivî, ev jî ne li gur wê pêkhatina aştiyê bû ya ku, di navbera Amerîka û Rusiya da hatî encam dan.

Li bajarê Cenevre roja pênşemê Staffan de Mistura jibo rojnamevanan da xuyakirin û got" me pirsgirêkek heye, hikûmeta Sûrî, dubare dikim û dibêjim hikûmeta Sûrî weke hatbû çaverêkirin peyama rêvekirinê ya ku soz dabû bide, heta niha me encam negirtine, mixabin me ev peyama rêvekirinê nedît, da ku, Netewên Yekgirtî bikare xwe bigehîne wan herêman yên pêdiviya wan bi alîkariyan heye".

Wek tê zanîn berîya sê roja agirbesta li Sûriyê ya di navbera Amerîka û Rusiya de hat bû bestin, hind caran ev agirbest hatiye binpêkirin, lê heta niha agirbest berdewam dike lê dîsan gelek pirsgirêk di rê de hene û her aliyek yê din tawanbar dike.

XS
SM
MD
LG