Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: Gotûbêj Dê Liser Desthilat, Destûrek Nû û Hilbijartinan Bihê Kirin


Sttafan De Mistura, Şanderê NY li Sûriyê
Sttafan De Mistura, Şanderê NY li Sûriyê

Şanderê NY yê Taybet jibo pirsgirêkên Sûriyê, Staffan de Mistura roja Çarşemê 9î Adarê da xuyakirin ku, lihevhatina agirbesta li Sûriyê ne jibo demek diyarkirî hatiye biryardan, ew ji aliyê hêzên navnetewî û herweha li gor baweriya Netewên Yekbûyî hatiye biryardan, divê ev agirbest jibo demek dirêj be, pêwîste 2 hefteyên din bihê dirêjkirin.

De Mistura tekez dike ku, gotûbêjên Duşemê gelek giring in, ewê danûstendinan liser pirsên desthilatdariya li Sûriyê, Helbijartin di 18 mehan de û Destûrek nû encam bidin

Weke de Mistura dide zanîn, ev danûstendin dê berdewam nebin heta piştî 24î Adarê, dê navbirek hebe û paşî cardin dê gotûbêjên derheqa pirsgirkên li Sûriyê jinû ve, bihên berdewam kirin.

XS
SM
MD
LG