Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

De Mistura Derheqa Gotûbêjên Sûriyê Wê Agahîyan Bide Civata Ewlekariyê


Berdevkê Neteweyên Yekbûyî (NY) li bajarê Cenevre îro Sêşemê xuya kir ku nûnerê taybet Staffan de Mistura dê sibe Çarşemê li ser rewşa danûstandinên aştî ya Sûrî agahiyan bide welatên hêzdar yên cîhanê.

De Mistura herwiha ji welatên hêzdar re bide eşkere kirin kanî astê danûstendinên aştîyê li Sûriyê gihane çi qonaxê.

De Mistura Semê û Çarşemê dê civînan li gel şanda hikûmeta Sûrî li Cenevre berdewam bike, piştî ku hefteya derbasbûyî şanda opozîsyona Sûrî xwe ji danûstandinên Cenevre vekişand.

Berdevk Ehmed Fewzî da zanîn ku de Mistura dê êvara Çarşemê civîneke girtî ligel nûnerên Civata Ewlekariyê li Cenevre encam bide.

Wek tê zanîn hefteya derbasbûyî qonaxeke nû ya danûstendina li ser aştîyê li Cenevre destpê kiribû, lê şanda opozisyonê xwe vekişandibû.

XS
SM
MD
LG