Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Gotûbêja Sîyaseta Derve de Serok Obama Serketî Bû


Her du berbijarên seroktîyê, Serok Barack Obama û Mitt Romney ê Komarî êvara Duşemê, di gotûbêja hilbijartînê ya sêyê û ya dawî de ber û ber bûn.

Gotûbêja hilbijartinê li Zanîngeha Lynn University ya li bajarê Boca Raton ya wîleyeta Florida hate kirin û di hemi televîzyonên netewî de bi zindî hate weşandin.

Gotûbêja hilbijartinê ku bi mêvandarîya rojnamevanê navdar Bob Schieffer ê kanala CBS hate kirin, nêzîkî seet û nîvek berdewam kir.

Di gotûbêja dawî de ku li ser sîyaseta derve hate kirin, mijarên wek peywendîya Amerîkayê bi Îsraîlê, kuştina Bîn Ladîn û qumandarên bilind yên El Qaydeyê, Îran û kêşeya wê ya navokî, şerê berdewam li Sûrîyê, Çîn û jimareke babetên din hatine gotûbêj kirin.

Di her du mijarên Îran û Sûrîyê de, ku jibo Kurdan gelek girîng in, zêde ferq di navbera Obama û Romney de derneketin. Berevajîya bendewarîyên Kurdan, kandîdê Komarî Mitt Romney bi zelalî dîyar kir ku nîyeta wî tune ku dijî Îranê biraya şer bide.

Li ser Sûrîyê jî, Romney got, ew dê rêbazên hîn bandortir bikar bîne ku Beşar Esed ji desthilata bîne xware, lê ragihand ku ew dê operasyoneke leşkerî li dijî wî welatî neke.

Di dawîya barnemê de nêrîna hevbeş ev bû ku Serok Obama di gotûbêjê de serketî bû. Televîzyona CBS ragihand ku Serok Obama li hember Mitt Romney bi rêjeya % 53 serkeftinek li hember Mitt Romney destve anî.

Di heman pirsnameyê de rêjaya piştgirîya jibo Romney % 23 bû û % 24 kes jî di wê bawerîyê de bûn ku gotûbêj wekhev dawî bû.

Herwiha pirsnameya CNN encameke jî piştrast kirk u Serok Obama di gotûbîjê de performanseke xurt nîşan da û bi rêjeya % 48 serkeftin destve anî. Hevrikê wî Romney jî % 40 dengan wergirt û % 12 hilbijêran jî bêbiryar man.
XS
SM
MD
LG