Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupî: Divê Demîrtaş bi Lêzûbezî Were Berdan


Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupî îro Sêşemê ji Tirkîyê xwest ku sîyasetvanê Kurd Selahattîn Demîrtaş bi lêzûbezî azad bike.

Dadgehê biryar da ku girtina Demîrtaş ya şar salan li zindanê veşartina armanca sînordakirina pirrengîya sîyasî û qada sîyasetê ye.

Civata Mezin ya dadgehê got ku girtina Demîrtas ya bê dadgehê bê şik û guman peyameke xirab ji hemwelatîyên Tirkîyê re şandiye.

Dadgehê di 2018’an de biryar dabû ku Tirkîyê mafê Demîrtaş ya darizandinê binpê kiriye û binçavkirina Demîrtaş bi awayê ne rewayî dirêj kir ku di dema hilbijartinan de wî li zindanê girtî bihêlin.

Demîrtas, ku yek jî sîyasetvanên navdar yê Tirkîyê ye, di meha Îlona 2018an de bi îdiaya tawanên girêdayî terorê hatibû ceza kirin, lê berê wê biryarê jî du sal li zindanê hatibû girtin.

XS
SM
MD
LG