Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parêzerê Demîrtaş Derheqa Rewşa Wî Agahîyan Dide


Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupa (ECHR) di derbarê sîyasetvan Selahattîn Demîrtaş de berîya 50 rojan biryar dabû ku ew bi sedemên sîyasî li zindanê tê girtin. Dadgehê xwestîbû ku Demîrtaş demûldest were berdan.

ECHR’ê herwiha sedemên jibo girtina Demîrtaş jî dîyar kirîbû ku ev têra girtina wî nakin.

Demîrtaş tevî biryara ECHR’ê û serlêdana parêzerên, heta niha nehatiye berdan.

Yek ji parêzerên Demîrtaş, Ramazan Demîr dibêje ku bernedana Demîrtaş careke din dîyar kir ku Tirkîye ne li gor hiqûqê ne.

“Xuya bû ku Tirkîye ne hiqûqa xwe, ne jî hiqûqa Ewrupa nas nake. Dadgeh li gor daxwazên Serok Recep Tayyîp Erdogan biryaran dide. Dema ku mijar dibin Kurd, mafên wan û Demîrtaş rûyê wan zelal dibe.”

Demîr dide zanîn ku divê bi biryara ECHR’ê hemî dozên ku dijî Demîrtaş didomin, divê pûç bin.

“Di derbarê Demîrtaş de ji nêzî 60 dosyayan, 6 doz dijî wî hatine vekirin. Divê hemû doz werin xistin û ew azad bibe. Biryara ECHR’ê li ser girtina wî ya nihabû. Lê ev biryar bandora xwe li ser hemû dozan dike. Jiber ku destnedana parlamanteran bi awayekî dijî hiqûqê hatiye sitandin.”

Demîr herwiha bi bîr xist ku Komîteya Wezîran ya Konseya Ewrupa wê 21’ê Adara 2021’an de redkirina Tirkîyê ya jibo biryara Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupa ya ser berdana Demîrtaş binirxînin.

Hêjayî gotinê ye ku Demîrtaş ji Mijdara 2016'an û vir ve bi tawanên wek ''avakirina rêxistina terorê” ''endamtîya rêxistina çekdar'' ya terorîst û “sûckirina li ser navê rêxistina terorê" li Zindana Edîrnê ya bakurê rojavayê Tirkîyê tê girtin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:46 0:00

XS
SM
MD
LG