Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Demîrtaşê Zindankirî Nexweş e


Ajansa Reuters radigihîne ku sîyasetvanê Kurd yê zindankirî Selahattîn Demîrtaş rûbirûyê nexweşîyên giran e û ew bi rêkûpekî nayê derman kirin.

Reuters ji zarê parêzera wî Aygul Demîrtaş radigihîne ku ew hefteya çûyî êşa sîng borandiye û bo demeke bê hiş maye, lê dîsa jî ew ji nexweşxanê re nehatiye rakirin.

Demîrtas ji sê sal in pirtir e ku li zindanê ye û bi îdiaya terorîzmê jimareke doz dijî wî hatine vekirin û ew rûbirûyê heta 142 sal cezayê zidanê ye.

Partîya Demîrtaş, HDP bang li hikûmeta Tirkîyê kir ku demûdet rinkirinekê ser rewişa saxlemîya wî bide bîragiştî.

XS
SM
MD
LG