Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevserokên DEM Partî Dibêjin Ew jibo Aştî û Aramîyê Daxwaza Danûstandinan Dikin


Tirkîye ji destpêka sala nû ya parlamanê ya 1’ê Cotmehê vir ve ser çareserkirina kêşeya Kurdan nîqaşan dike.

Di wê rojê de Serokê Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP) Devlet Bahçeli yê neteweperwerên Tirk, dest dabû parlamanterên Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) ku wek nûnerên Kurdên Tirkîyê têne dîtin.

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ser vê rewşê gotibû ku divê destê dirêjkirî were girtin, neyê qut kirin.

Erdogan dîyar kir ku ewê nehêlin ku destê dirêjkirî qut be.

Bahçelî jî piştî destdanê dîyar kiribû ku ew bang li Serokê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) dike ku bi awayekî yekalî dawî li rêxistinê bîne.

Ocalan ji 1999’an vir ve li Girtîgeha Îmrali ye û ji Adara 2021’an vir ve bi malbat û parêzerên xwe re ti hevdîtina ku bîragiştî dizane çênekiriye.

Rojnamevan Amberîn Zaman hefteya borî ragihandibû ku di navbera hikûmet, Ocalan û PKK’ê de pêşdanûstandin destpê kirine.

Yek ji rêberên PKK’ê Mustafa Karasu ji Ajansa Nûçeyan ya Firatê re gotibû ku bi hezaran sîyasetvanên Kurdi li girtîgehê ne, li ser çanda Kurdî zext heye û heta ew rewş neguhere jibo çareserkirina kêşeya Kurdan gaveke samîmî nayê dîtin.

Hevserokê DEM Partî Tuncer Bakirhan pêr Sêşeme di komcivîna partîya xwe de got ku ew dixwazin ku derîyên Îmrali vebin.

Bakirhan dîyar kir ku ew jî merak dikin ku ka ewê Ocalan ser rewşa dawî çi bêje.

Hevseroka DEM Partî Tulay Hatîmogullari û Bakirhan vê hefteyê li girtîgehan serdana sîyasetvan Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û Selçuk Mizrakli kirin.

Piştî wan danûstandinan Hatîmogullari û Bakirhan, parlamanterê DEM Partî Saruhan Oluç pirsên komek rojnamevan bersîvandin.

Bakirhan ser pirsên rojnamevanan yên derbarê peyvajoyê got ku di rojên borî de bi sedan sîyasetvanên hatine desteser kirin û divê peyvajoya nû bi kiryarên berbiçav were nîşan dan.

"Em niha nizanin ku bi Ocalan re hevdîtin çêdibin yan ne. 43 meh in ew di bin tecrîdê de ye. Rast em di sîyasetê de aktor in, lê em nikarin fermanê bidin PKK’ê ku ew çekan deyne"Bakirhan got.

Hatîmogullari jî got ku DEM Partî aştîyê dixwaze û kêşeya Kurdan li pêş demokratîkbûna Tirkîyê astenga herî mezin e.

Wê got ku jibo herêmê biratîya Kurd, Tirk û Ereban hewce ye û ew ser aştî û aramîyê danûstandinê dikin.

Jêder: VOA, Ajansa Mezopotamya, Gazete Duvar, NTV

XS
SM
MD
LG