Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevserokê DEM Partî Bakirhan Dibêje AKP Nikare Bajarvanîyan bi Rêve Bibe


Hevserokê Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan bajarvanîyên di destê Parîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) de rexne kir.

Bakirhan got ku ew dibîninin ku ne bi tenê qayum, AKP jî nikare bajarvanîyan baş bi rêve bibe.

‘’Hemwelatîyên me yên ji Agirî pir baş dizanin ku rewşa bajêr çi ye. Jiber herîyê meriv nikare li sûkan bimeşe. Bajarvanîya Çewligê tevî ku li herêma erdhejê ye nizane erdhej çi ye.’’

Bakirhan dîyar kir ku bi rêvebirîya xirab bajarvanî ketine bin deynan û ew rewş roj bir roj xirabtir dibe.

Bakirhan got ku AKP çawa ku nikare welêt rêve bibe, bi heman awayî nikare bajarvanîyan jî bi rêve bibe.

Hevserokê DEM Partî dîyar kir ku jiber ku wan li bajaravnîyan mînakên baş nîşan dane qayum hatine erkdar kirin.

Tirkîye wê jibo hilbijartinên herêmî 31’ê Adarê here ser sindoqan.

DEM Partî dîyar dike ku ewê bajarên ku qayum lê hatine erkdar kirin jinûve bi ser keve.

XS
SM
MD
LG