Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Demirtaş: Di Nava HPDê da Fêrî Siyaset û Jîyanê Bûm


Perwîn Buldan Û Mithat Sancar Hevserokên HDPê

Hevserokên Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Mîthat Sancar îro Yekşem’ê serdana hevserokê berê yê HDP’ê û sîyasetvanê Kurd Selahattîn Demîrtaş û parlemterê berê yê HDP’ê Abdullah Zeydan kirin yên ku li girtîgeha Edîrne yê girtîne.

Piştî serdanê her du hevserokan Buldan û Sancar li ser hevdîtinê daxuyanîyeke li ber Girtîgeha Edîrne dan.

Hevserok Buldan axaftina pêşîn kir û got, hem tendirustî hem jî moralên her du sîyasetvanên di zindanê de pir baş e.

Piştre Buldan qala hevdîtina bi Zeydan re kir û got, Zeydan di vê pevajoya zor de silavên xwe ji gel re şandin û gotinên wî anî ziman.

“Em dibînin ku di pêvajoyeke zor û zehmet de gelê me xwedî li partîya xwe derdikeve. Her çiqas em di zindanê de jî bin em vê yekê dibînîn û hîs dikin.’” Zeydan dibêje.

Piştî axaftina Buldan Sancar jî qala axaftina bi Demîrtaş re kir û ewî jî wiha got,

"Me bi Demîrtaş re nirxandina bernameya têkoşîna demokratîk kir. Me di derbarê belgeya helwesta partîya xwe ya ku di 1’ê Hezîran’ê de dest pê kiribî agahdar kir û nêrînên Demîrtaş standin."

Sancar di domandina axaftina xwe de destnîşan kir ku HDP ‘Bernameya Pêvajoya Siyaseta Aşitîyê’ jî dide destpê kirin û wî dîyar kir ku nêrînên Demîrtaş li ser vê mijarê jî standin.

Li alîyeke din ve jî Sancar li ser gotina hin derdoran ya digot Demîrtaş wê partîyeke nû ava bike’ jî bi Demîrtaş re axifî û got ku Demîrtaş dibêje "Ez di vê partîyê de fêrî siyaset û jîyanê bûm. Min di vê partîyê tekoşîn da, mezin bûm û meşîyam. Jiber vê yekê jî ne pêkan e ku navê min li cîheke din derbaz bibe."

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:07 0:00


Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG