Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parêzvanê Demîrtaş Biryara Dadgeha Ewrupa Dinirxîne


Cahît Kirkazak parêzerê Selahattîn Demirtaş
Cahît Kirkazak parêzerê Selahattîn Demirtaş

Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupa (ECHR) biryara ser Hevserokê HDP yê berê Selahattîn Demîrtaş eşkere kir. Dadgeha Ewrûpa ragihand ku mafê Demîrtaş hatîye binpêkirin.

Demîrtaş, di sala 2005 an de dema Serokê Komeleya Mafên Mirovan yê Şaxa Amedê bû, di televîzyoneke de aqaftinek kiribû. Li ser wê axaftinê Demîrtaş ji alîyê dadgeha Tirkîyê bi sedema terorîzmê hatibû darizandin.

Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupayê biryara dadgeha Tirkîyê di cî de nedît û wek mafekî derbirînê dîyar kir. Li ser vê jî dadgeha Ewrupa di biryar xwe de dîyar kir ku Tirkiyê 2500 Euro tazmînata manewî û 1000 Euro jî tazmînata darizandinê bide Demîrtaş.

Parezvanê Selehattîn Demîrtaş Cahît Kirkazak, biryara ECHR’yê ji bo Dengê Amerîka nîrxand.

Kirkazak da xuyakirin ku ev biryar jî car din dîyar dike ku xwespêrê wan Demîrtaş bi neheqî tê darizandin, "Ev biryara Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupayê gelek baş dîyar dike ku birêz Selahattîn Demîrtaş, bi neheqî hatîye girtin. Darizandina ku niha tê çêkirin jî, darizandineke hiqûqî nîne, darizandineke sîyaysî ye. Dadgeha Ewrupa jî di biryara xwe de vê yekê dîyar dike".

Kirkazak, dema balê dikşîne ser vê biryarê dide xuyakirin ku, ev biryar bivê nevê dê bandora xwe bide ser darizandinên din jî. Di vî alî de jî Kirkazak wiha dibêje, "Doza ku di sala 2005 an de ser Demîrtaş hate vekirin û dîsa yên ku piştî vî hatin vekirin nefsî hev în. Biryara dadgeha Ewrupa li gorî bawerîya min, ji bo dozên din jî, biryarên wek vî biryarê dê derkev û Tirkîyê di van dozan de jî bide cezakirin".

Raporta Eyyup Demîr 10 07 2019
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:41 0:00

XS
SM
MD
LG