Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Demîrtaş bi Nameyeke Vekirî ji Akşener Dipirse: Gelo Hun Dengê HDP’ê Dixwazin?


Hezkirîyên Demîrtaş posta wî bilind dikin (Arşîv)
Hezkirîyên Demîrtaş posta wî bilind dikin (Arşîv)

Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ji girtîgehl nameyeke vekirî ji Seroka Giştî ya Partîya Baş Meral Akşener re nivîsî û pirsî ku ewê çawa hilbijerên HDP’ê qane bikin.

“Ger HDP biryara piştgirîyê bide, Kemal Kiliçdaroglu wê bi pêkanbûneke xurt wek serokomar were hilbjartin û hun jî bibin cîgira wê û partîya wê jî çend postên wezîrtîyê bigire. Ez nija ji we dipirsim. Gelo wek hilbijarekî HDP’ê, hun dengê min dixwazin yan ne? Jiber ku hunê bi dengê me werin hilbijartin, hun çawa difikrin ku me îkna bikin?”

Demîrtaş bi bîr xist ku Hevpeymanîya Netew di hilbijartinên rêvebirîyên xwecîhî de bi dengên HDP’ê serketî bû.

"Ez dixwazim bi bîr bînim ku we di dema hilbijartinên bajarvanîyê de qet nedigot ku hun dengên HDP’ê naxwazin.”

Demîrtaş bi domdarî got ku ew ti car nakevin nava bazarên sîyasî yên daxwaza postên wezîrtîyê.

“HDP xencî prensîbên demokratîk tiştekî din naxwaze. Gelo hun daxwazên girêdayî demokratîkbûnê wek tawîz û lawazî dibînin? Ku hun bibin desthiltdar û daxwazên HDP’ê neyên pêşîya we, hun kîjan meseyê ji me re pêşnîyar dikin?”

Sîyasetvanê zindankirî di nameya xwe de bal kişand ku HDP di hilbijartina berê de ji Partîya Baş pirtir deng biribû.

“HDP jî wek Partîya Baş, rewabûna xwe ji gel distîne û ji ser de jî gel ji HDP’ê re pirtir piştgirî nîşan da û ew ki partîya herî mezin ya sisêyan. Û aniha jî hun li meclîsê li kelêka HDP’ê ne û di komîsyonan de jî li ser heman maseyê rûdinin…”

Demîrtaş nameya xwe bi peyameke Kurdî dawî kir û bal kişand ser nasnameya Kurdî.

“...Birêz Akşener bila tu bizanibe ku em Kurd in. Em gelê Kurd xwedî nasname, ziman, çand, huner û dîrok in. Em di doza xwe de jî mafdar in. Bila qet neyê ji bîr kirin!”

XS
SM
MD
LG