Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parêzerên Demîrtaş: Divê Demîrtaş Demildest Were Berdan


Parêzerên sîyasetvanê Kurd û Hevserokê berê yê Partîya Demoktîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş berîya runîştina wî ya Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê (ECHR) hin agahî li Taksîm Hill Otela li Îstenbulê dan çapemenîyê.

Parêzerên Demîrtaş gotin: “Piştî biryara berdana Demîrtaş ya dadgeheke Enqere ti astengî jibo berdana wî nemaye.”

Parêzer Mahsuni Karaman, Ramazan Demir ve Benan Molu îro bi daxûyanîkê xwestin muwekîlê wan Demîrtaş werin berdan. Herwiha ewan anîn ziman ku berdana Demîrtaş hem mafê wî ye hem jî li gor qanûnan pêwîste demildest ew were berdan.

Daxuyanî parêzerê Demîrtaş, Benan Molu xwend. Molu dibêje girtina Demîrtaş 12 parlementerên HDP’ê dijî hiqûqê ye. û girtîna parlementeran sîyasîye. Herwiha Molu anî ziman ku ewan serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) û ECHR dane.

ji bo guhdarîkirina li raportê fayla deng veke

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:01:33 0:00


XS
SM
MD
LG