Sîyasetvanê Kurd yê zindankirî Selahattîn Demîrtaş îro Çarşemê ji ser Twitterê ragihand ku ew dest ji sîyaseta aktîf berdide.
"Ez li ser navê xwe lêborîna xwe ya ji dil didim ku me nekarî sîyaseteke hêjayî gelê me pêşkêş bikira. Ez soz didim ku bi hewilên xwe yên kiryarî, ezê van kêmahîyan ji holê rakim. Herwiha, ez ji rexneyên avaker yên hember xwe re spas dikim. Ezê hewil bidim ku ji van rexneyan sûdê wergirim. Ezê jî wek hemî hevrêyên li zindanê têkoşînê bi bwexwedarî bidomînim, lê di vê demê de sîyaseta aktîfî berdidim. Ez ji we gîyan re silav û hezkirinên xwe yên rêvhevalî dişînim û bi hesret we hemîyan hembêz dikin. Bi hêvîya ku emê di rojên azad de hevdu bibînin.”
Demîrtaş bal kişand ku hevpeyvîna bi wî re wê sibê Pêncşemê di rojnameya Arti Gerçek de were weşandin.