Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Demîrtaş: Hevdîtina Bi Serokwezîr Davutoglu re Erênî Bû


Şandeya Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) bi seroktîya Selahattîn Demîrtaş, roja Çarşemê bi Serokwezîrê Tirkîyê Ahmet Davutoglu re civîya.

Di civînê de, li ser babetên rojevê yên mîna; gavên pêşvebirina pêvajoya aştîyê û bi taybet jî derbarê êrîşên ser Kobanê ku ji alîyê DAÎŞ’ê ve hatîye dorpêçkirin nirxandin hatin kirin.

Birêz Demîrtaş piştî civînê agahî dan rojnamevanan:

“Bi giştî dikarim bêjim ku hevdîtineke erênî bû. Li demeke ku rageşî berdewam dike de, bi rêya dîyalogê gotûbêjkirina van hemû babetan bi serokwezîr re pir girîng bû.”

Hevserokê HDP’ê li ser pevajoyê aştîyê jî wiha peyîvî:

“Emê piştgirîya xwe ya jibo pêvajoya aştîyê berdewam bikin. Hikûmetê jî jxwe DAÎŞ wek rêxisteneke terorê pênase kiribû. Di hevdîtina me de nêzîkbûna Serokwezîr Davutoglu ya di vê derbarê de jî erênî bû.”

Demîrtaş da zanîn, wan şaşîtî û mudaxeleyên li sînorê Rojavayê Kurdistanê çêdibin û qanûna destwerdana leşkerî ya jibo sînorên Sûrîyê û Îraqê ku sibe Pêncşemê li parlemanê tê gotûbêjkirin jî bi serokwezîr re gotûbêj kirîye.

“Me rexneyên xwe yên di derbarê qanûna destûrdana destwerdana leşkerî de parve kirin. Birêz serokwezîr ji me re got, ev ne qanûna şer e. Emê sibe dîtinên xwe bi firehî parve bikin. Ez hêvî dikim ev rewşa rageşî û negatîv şûna xwe ji rewşeke pozîtîv re bihêle.”

XS
SM
MD
LG