Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parêzerên Demîrtaş bo Berdana Wî Serî li Dadgehê Dan


Parêzerên Hevserokê Berê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş bo berdana wî serî li dadgehê dan.

Parêzeran ji Reutersê re dan zanîn ku daxwaza pêdaçûnê ya ser biryara berdana Demîrtaş hatiye red kirin û wan gaveke wisa avêtiye.

Demîrtaş nêzî sê salan e li Girtîgeha Edîrne girtî ye û jiber ku ji dozeke din ceza xwariye nayê berdan.

Dadgeha Cezaya Giran ya 19’an ya Enqerê di doza ‘’endambûna bo rêxistina terorî’’ de bo Demîrtaşa biryara berdana wî dabû.

Dozgerê wê dozê ser biryarê daxwaza pêdaçûnê kiribû, lê Dadgeha Cezaya Giran ya 20’an ya Enqerê ew daxwaz red kiribû.

XS
SM
MD
LG