Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Demîrtaş: Ez bi Delîlên Sexte Hatime Girtin


Berbijarê Serokomarîyê yê Partîya Demokratîk yê Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş dîyar kir ku bi delîlên sexte yên "dozgerên FETO" girtî ye.

Demîrtaş, ku li Hepsa Edîrne girtî ye, bi rêka parêzerên xwe ji Twitterê ragihand ku temamê delîlên ku bo girtina wî hatine amade kirin sexte ne û 12 dozgerên ku dijî wî îdianame hazir kirine jiber "tawanên FETO" ketine girtîgehê.

"Dadgeha min dadirizîne, gava ji Serdozgerîya Komarî ya Dîyarbekirê, beyanên veşartî yên 'MERCEK'ê xwest rastî eşkere bû" Demîrtaş got.

Demîrtaş da zanîn ku ew bi "delîlên FETO" hatiye girtin, lê dozgerî niha îdia dike ku ti delîlên wisa yên veşartî tune.

XS
SM
MD
LG