Lînkên eksesibilîtî

Demîrtaş ji Festîvala Fîlman ya Navneteweyî ya Silêmanî Xelat Wergirt


Di Festîvala Fîlman ya Navneteweyî ya Silêmanî de, ku îsal cara duyê tê li dar dikeve, Hevserokê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş, Xelata Ahmet Kaya wergirt.

Demîrtaş, ji Mijdara 2016’an vir ve li Girtîgeha Edîrne girtî ye.

Di merasîma xelatdayînê de, bi sînevîzyonê vîdyoya Demîrtaş, ya ku tê de strana ‘’sallana sallana’’ dibêje hat pêşkeş kirin.

Parlementerê HDP’ê Nadîr Yildirim ser navê Demîrtaş, xelat ji destê Berpirsê Polîtburoya Yekîtîya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK), Mele Bextîyar girt.

"Demîrtaş hevalê min yê nêzîk e. Tabloyeke ku wî bi dîyarî daye min, li mala min e. Ez gelek û gelek xemgîn im ku ew niha girtî ye,’’ Bextîyar got.

Yildirim jî silavên Demîrtaş ragihand û ser navê wî spasîya festîvalê kir.

Hêjayî bîrxistinê ye, tevî Demîrtaş 11 parlamenterên HDP’ê girtî ne.

XS
SM
MD
LG