Tirkîyê îro Înê biryara girtina hevserokên HDPê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û herwiha jimareke parlementerên wê partîyê da.
Heta niha bilî Demîrtaş û Yuksekdag, Gulser Yildirim, Selma Irmak, Nursel Aydogan, Leyla Bîrlîk, Îdrîs Baluken û Ferhan Encû hatin girtin.
Parlementerên binçavkirî Zîya Pîr, Sirri Sureyya Onder û Îmam Taşçier jî piştî îfada wan li dozgerê, bi şerta kontrola dadwerî hatin berdan.
HDP di daxuyanîyekê de got ku wateya “dîlgirtina hevserok û parlementerên wê dawîya demokrasîya Tirkîyê ye.”
Ajansa Anadolu ragihand sîyasetvanên Kurd yên girtî bi endamtîya rêxistineke çekdarî tên tawanbar kirin ku mebesta wê jî PKK ye.