Siyasetvanê Kurd û Hevserokê berê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş roja Duşemê di doza Kobanê de parastina xwe ya dijî tawanbarîyên dozgerîyê di roja 9’an de domand.
Demîrtaş dîyar kir ku jiber ku peyvên Kurd û Kurdistanê bi kar tine ew tê darizandin.
“Min jî behsa Somayê kir. Çima doz nehat vekirin? Jiber ku di naveroka axaftina min de Kurd tune ye, “wî got.
Siyasetvanê Kurd ji dadgehê dîyar kir ku zimanê Kurdî bi rêka asîmîlasyonê bi rengekî lezgîn ji holê tê rakirin û hikûmeta Tirkîyê dijî vê tedbîrê nagire.
"… Divê di nava darazê de dadger û dozgerek ku bi Kurdî diaxifin hebin. Polîsên herêmî û karbidestên saxlemîyên yên bi Kurdî diaxifin hebin. Lê yên bi kurdî diaxifin li kolanan tên lînçkirin. Ma em bacê nadin? Kurd jî bacê didin. Jibo Tirk û sunîyan tê kirin, lê çima jibo Kurdan û Alewîyan nayê kirin? Yên ku pêşî li vê yekê girtin, teşwîqkirina şîdeta çekdarî kirin, " Demirtaş got.
Demîrtaş bi berdewamî got ku ew hewl didin vê yekê rawestînin lê, siyasetmevanên Kurd ji derketine çiyê ya ciwanan berpirsyar tên nîşandan.
" ev , bi temam durûtîye," wî got.
Hevserokê berê yê HDP’ê got ew behsa Kurd û Kurdistanê dikin û wê bikin jiber ku Kurd neteweyeke ne û neteweyeke cuda ne.
" Ger ku em neyên çewisandin, ziman û çanda me neyên tepisandin, hewcedarîya ya behsa van tiştan wê nemîne…. Em behsa van dikin; jiber ku we zimanê Kurdan qedexe kiriye. Ger hûn qedexe nekin emê jî qala wê nekin. Kurdî hîn qedexe ye, perwerde jixwe qedexe ye. Şênîya me ji ji bilî dewletên serekî yên Ewrupa yên wek Almanya, Fransa û Brîtanya, ji hemû dewletên Ewrupa zêdetir e. Lê, navê me di qanûnê de derbaz nabe. Navê Kurdan tenê di doz û tawanbarîyan de tê kar anîn. Dema ku em vanan dibêjin çima em têne sûcdar dikin? " wî got.
Demîrtaş herwiha anî ziman ku wî sirûda Kurdan ‘Ey Raqip’ ji girtîgehê çênekiriye yan jî sînorên Kurdistanê pênase nekirîye.
"Ey Raqip’ 80 sal e, ji Komara Mehabadê vir ve heyeBiçin Herêma Kurdistanê û binêre çi al li wir heye, çi sirûd tê gotin? Dema hûn herin, ji odeya bazirganiyê ya li Hewlêrê lîsteya kompanîyên bazirganîyê bixwazin. Ji sedî 80 yê wan endamên MHP’ê hene û ser belgeyên xwe Serokatiya Herêma Kurdistanê dinivîsin. Dema pere distînin Kurdistan heye, lê li vir axaftina van tiştan sûc e. Dema ku vedigerin Enqereyê bi milyonan dolar dibirin, li vir her kesê ku dibêje Kurdistan lînç dikin. " wî got.
Demîrtaş bo çareserîya pirsgirêka Kurd jî lîsteyeke pêşnîyaran ya bi 9 xalî peşkeşê dadgehê kir.
Selahattîn Demîrtaş parastina xwe bi Kurdî bi dawî kir.
"Yan tekoşîn yan tekoşîn. Bijî têkoşîna azadîyê. Serkeftin an serkeftin an serkeftin," wî got.
Di doza Kobanê de ku Hevserokên Giştî yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag , endamên Desteya Rêvebirîya Navendî (MYK) jî di nav de 108 kes jê tên darizandin ku 18 ji wan niha girtî ne.