Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Selahattîn Demîrtaş: Ez Dîlgirtîyekî Sîyasî Me


Hevserokê Berê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş piştî biryara Dadgeha Mafên Miroan ya Ewrupî (ECHR) ya ser berdana wî cara pêşî derket pêş dadgehê.

Di rûniştina nû ya li Dadgeha Cezaya Giran ya 19’an ya Enqerê de, Demîrtaş dîyar kir ku ew ‘’dîlgirtîyekî sîyasî’’ ye.

Demîrtaş bo balê bikişîne ser zimanê zikmakî beşa pêşî ya berevanîya xwe bi Kurdî kir.

Wî da zanîn ku desteya dadgehê nikare darizandineke adil bike û ji wan xwest ku ji doza wî vekişin.

‘’Bo AKP di hilbijartinê de bi ser keve we ez girtim. Jiber we min kempeyna xwe ya hilbijartinê ji girtîgehê meşand.’’ Demîrtaş got.

Demîrtaş dîyar kir ku desteya dadgehê bi biryara girtina wî bi awayekî eşkere piştgirî daye AKP’ê.

Darizandina Demîrtaş dê du rojên din jî bidome.

Demîrtaş ji Mijdara 2016’an vir ve di Girtîgeha Edîrne de ye û bo wî bi tawana ‘’avakirin û rêvebirina rêxistina terorî, propagandaya rêxistinê, û pesindana sûc û sûcdaran’’ 142 cezaya hepsê tê xwestin.

XS
SM
MD
LG