Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Demîrtaş Ser Qedexeya Sur'ê Daxuyanîyên Girîng Dan Dengê Amerîka


We got bi rakirina qedexê wê pevçûn û xendek li Surê bi dawî werin. We banga meşa mezin kir. Hu dikarin armanca vê bangê çalakîyê bikin?

100 metre şûnda 90 roj in qedexe û dorpêç heye. Şer û pevçûn didomin. Gelek mirov jîyana xwe wunda kirin. Mirata dîrokî û çandî ya bajêr serû bin bû. Em neha nizanin ku ev şer wê hê çiqas bidome. Em sîyasetvanên sîvîl jibo çareserîyê me barek hilgirt ser mile xwe. Em dibêjin bila dorpêçkirin û qedexe rabe. Çi sîvîl, çi şervan ki hebe bila ji Surê derkevin û bila pevçûn bi dawî werin. Bila jîyan vegere rewşa normal. Em neha jibo Surê dikarin bêjin ku di vê qonaxê de ne. Lê hikûmet vê yeke qebûl nake. Ji mirovên li Surê re dibeje ya dê teslîm bibin yan jî emê hemîyan bikujin.

Tirsa jîyanê ya ewlehîyê heye. Kesên ku li Surê mane jiber êrîşên tanq û topan nikarin derkevin. Dema ku dixwazim derkevin êrîşê wan dikin. Çareserîya rêya herî maqûl rakirina qedexê ye da ku ew mirov dikaribin bi silametî ji wir derkevin.

Mixabin jibo rakirina qedexê tu hewildanek me encam neda. Dexwaza qeşqên Dîyarbekirê jî rakirina qedexê û di dawîkirina şer û pevçûn û kuştinan e. Jibo wê jî me bang kir ku roja çarşemê bila hemî gelê Amedê bi meşeke girseyî ber bi surê ve biherikin û dexwaza xwe ya çareserîya bi rêyên aştîyê bi girseyî nişan bidin, bînin ziman. Divê xelqê me bi xwepêaşndanê ya bo aşitîyê dexwaza xwe bîne ber çavan. Ku bila hikûmet jî bibine dexwaza hemî gelê bajêr raqirina qedexê û bidawîkirina şer e. Bila dengê gel jî hare gohê hikûmetê û ew jî gohê xwe ji vê dengê re negrin. Banga me div ê çarçovê de bû. Ez bawer dikim ku rpja çareşmê di saet 16::00’an de wê gelê Amedê ji çar alîye bajêr biherike ber bi taxên şer û pevçûn.

Ger meşa me bihêz û biryar be ger gel dengê aşitîyê ya bi biryar ji vir bilind bike ez bawer dikim hikûmet wê nikaribe çavê xwe lê bigire.

We got di encama hewildanên me de dibe ku barikat û xendek jî werin girtin û we bersîveke erênî girtiye. Gelo ev bang an hewildan jibo navçeyên din yên ku xendek lê ne, jî derbas dibe yan tene jibo Surê bû?

Jibo navçeyên din em nizanin ka gelo em dikarin xebatek an hewildanek weha bikin an na, jiber ku neha jibo Surê me hewil da, bersîva ku me ji Surê girt erênî bû. Hewildana me encam nedaye hê jî. Ger operasyon bidawî bibe, dest ji qetliamên komî û kuştinan berdin, bi ihtimalek dikrin jibo navçeyên din jî tiştek bikin. Neha rewşa Surê xeter e lewma em neha di ber de nikarin jibo navçeyên din bikevin nav hewildanê. Ya ku rewşa wê lezgîn e navçeya Surê ye. Ger ev insîyatifa me û çalakîya me encam bide û qedexe rabe belkî heman tişte jibo navçeyên din jî derbas bibe.

Ev hewildanên we bersîveke erênî negire wê çi be? Jiber ku em dizanin bi mehane nahêlin çend metre bimeşin. Dibe ku girseyek mezin hat beşdar bû lê ger bersîv ne erênî be ji piştî Çarşemê şûnda wê çi li pêşîya me be?

Divê gel dest ji çalakîyên jibo aşitîyê bernede. Berxwedana jibo aşitîyê ye. Berxwedan wê jibo rawestandina pevçûn û mirinan be. Mafek meşru ye û ger hewce be belkî bi hefteyan jî bidome. Ger hikûmet li hember dexwaza gel ya aşitîyê şe bisomîne wê çaxê emê jî bêjin ew tercîha wan e.

Lê emê di dexwaza xwe aşitîyê de bi biryar bin. Neha ji xexta gel ya li ser hikûmetê pêşitr tu rê nemaye. Divê raya giştî ya navnetewî jî çavê xwe ji bûyerên li herêmê re negre. Bêdeng neminin. Divê ew tekez ew ji hikumeyêv re bêjin ku ev politika şaş û xelet e. Jibo aşitîyê zextê li hikûmetê bkin. Jbo qedexe rabin divê zextê li hikûmetê bikin. Li ser navçeyeke mezin qedexeya çûn hatinê bi serê xwe îhlalelek mezin e. Îcar şertên şer jî bifikirin helbet ev îhlal dehan caran zêdetir dibe. Ti kes divê bêdeng nemine û piştgîrî bidin hewldanên me yên jjibo çareserîya aşitîyê.

Erê we wek partîya sîyasî însîyatifek girt ser xwe. Lê ji alîyek din ve serokomar berîya derkeve sefere dîsa jibo partîya we daxuyanîyên neyênî da. Herwiha di heqê partamenterên we de li parlamenê gelek fezleke hatin vekirin. Neha di qada sîyasete de tê xuyakirin ku pêşî li sîyaseta we jî tê girtin. Hun jibo vê rewşê çi dibêjin?

Dixwazin partîya me ji derveyê sîyasete bihêlin. Dixwazin weke ku tunebe hereket bikin. Em jibo k udi qada sîyaseta demokratîşk de hebûna xwe bidomînin tekoşînek didin. Ev sekna me ye. Êrîşêm mezin û yên neheq li ser me hene. Gefan li me dixwin, tiştên ku nebûne dibêjin, di heqê me de doz vedikin. Lê ev ne eger in ku em ji bawerîyên xwe paşde gav bavêjin. Em li welatê xwe aşitî dixwazin. Em jîyanek hevreyî dixwazin. Çarserîyek bi muzakere û dîyalogê dixwazin. Demokrasî dixwazin. Belê em jibo gelê Kurd azadî dixwazin. Lê, di heman demê de em jibo hemî gelen Tirkîyê jî azadî dixwazin. Êrîş û daxuyanîyên neheq yên hikûmet û serokomar wê me ji rêya me negire. Emê jibo syaseta xwe ya demokratik, aşitî û çareserîyê de bi israr bin û paşde gav navêjin.

Hevpeyvîn ji alîyê Xecîcan Farqîn

XS
SM
MD
LG