Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Demîrtaş: Dadgehên Tirkîyê Nikarin Dijî Fermana Erdogan Ti Biryarê Bidin


Hevserokê berê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş, ku ji Mijdara 2016’an vir ve girtî ye, îro Pêncşemê bi sîstema deng û dîmen (SEGBIS) beşdarî rûniştina li Enqerê bû.

Di roja duyê ya rûniştinê de, Demîrtaş fikrên xwe yên li ser hiqûqa li Tirkîyê got.

Demîrtaş dîyar kir ku jiber ku li ti Tirkîyê pergala darizandina adil nemaye û dadger wek hev difikirin, wî heta niha ti dadger red nekirine.

Demîrtaş da zanîn ku dadgehên Tirkîyê nikarin ti biryarên dijî fermana Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan bidin.

‘’Bi awayekî zelal eşkere ye ku darizandina adil nabe. Îdianame bi dekan û bi delîlên sexte hatiya dagirtin, ez vê darizandinê qebûl nakim’’ Demîrtaş got.

Piştî berevanîya Demîrtaş, dozgerîyê dîyar kir ku ‘’delîlên xurt’’ nîşan didin ku wî tawanên ‘’avakirina rêxistina terorî û rêvebirina wê, propagandaya rêxistinê û pesindana sûc û sûcdaran’’ kiriye û biryar da ku girtîbûna wî bidome.

Demîrtaş da zanîn biryara dadgeh bide dîyar e û jiber wê ji dadgehê berdanê naxwaze.

XS
SM
MD
LG