Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Demîrtaş jibo Hevdîtinan li Washingtonê Ye


Selahattîn Demîrtaş û Nazmî Gur ji alîyê Kurdan ve tên pêşwazî kirin

Hevserokê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş jibo jimareke hevdîtinên bi karbidestên girîng yên hikûmetê û sazîyên ramyarî do êvarê hat Washingtonê.

Demîrtaş ku ligel Berpirsê Karên Derve Nazmî Gur hat Amerîka, li Firîngeha Dulles ya Washingtonê ji alîyê endamên civaka Kurdî ve hat pêşwazî kirin.

Sîyasetvanê Kurd sibe Pencşemê li beşdarî Konferansa 6’an ya Tirkîyê bike ku ji alîyê Enstîtuya Rojhilata Navîn (Middle East Institute) vê tê darxistin.

Demîrtaş di vê konferansê de wê gotara serekî pêşkêş bike û pirsên beşdaran bersîv bike.

Hevserokê HDP'ê sibe Pêncşemê li oteleke Washingtonê bi Kurdên Washington, Virginia, Maryland, New York û eyaletên din jî di civîneke taybet de kom bibe.

Bi alîyekî din ve, yek jî kovarên herî bi bandor ya Amerîkî, Foreign Policy do lîsta xwe ya “Kesên Karîger” weşand û tê de Demîrtaş jî yek jî 100 kesên herî bi bandor yên cîhanê hate nav kirin.

XS
SM
MD
LG