Lînkên eksesibilîtî

Demîrtaş bo Xelata Mafên Mirovan ya Vaclav Havel Hat Berbijar Kirin


Li Atîna, protestoya li dijî girtina Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, 2016

Komên Çepgirên Hevgirtî, Hevserokê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş, bo Xelata Mafên Mirovan ya Vaclav Havel wek berbijar nîşan da.

Xelata Mafên Mirovan ya Vaclav Haveli, ji alîyê Meclîsa Parlamenteran ya Yekîtîya Ewrupa, ji 2013’an vir ve tê dayîn.

Di 29’ê Tebaxa 2017’an de, wê ji berbijêran sê kes werin bijartin. Di 8’ê Cotmehê de jî li Strasbourgê dê panelek li dar keve û piştî panelê, yek ji berbijêran dê wek xelatgir were ragihandin

Di sala 2016’an de, Nadi Murad ya ku ji komkujîya DAIŞ’ê ya li Şengalê sax filitîbû Xelata Mafên Mirovan ya Vaclav Havel sitandibû

XS
SM
MD
LG