Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

De Mistura Karvekişîna Xwe Radigihîne


Nûnerê Taybet yê Sûrîyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Staffan de Mistura ragihand ku ew ji karê xwe vekişîye.

De Mistura dîyar kir ku ew dê di dawîya Mijdarê de dest ji karê xwe berde. Wî da zanîn ku wî tenê jiber ‘’sedemên şexsî’’ karvekişîna xwe daye û got ku ‘’Ezê heta dawîya karê xwe hemî berpirsîyên xwe bînim cîh’’

De Mistura bi berdewamî da zanîn ku ew dê di meha pêş de ser vexwendina hikûmeta Sûrîyê serdana Şamê bike û bo çêkirina komîsyona qanûna bingehîn hevdîtinan pêk bîne.

Li gor De Mistura, bo komîsyon bawerîyê bide divê hejmara beşdarên ji hikûmetê, komên serhilda û nûnerên sazîyên sîvîl bi qasî hev bin.

Steffan De Mistura, di sala 2014’an de ji alîyê sekreterê giştî yê wê demê Ban Ki Moon ve bo nûnertiya taybet yê Sûrîyê hatibû tayîn kirin.

XS
SM
MD
LG