Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Demokrat Bersiva Gotara Donald Trump Didin


Hakima wîlayeta Michigan Gretchen Whitmer
Hakima wîlayeta Michigan Gretchen Whitmer

Piştî ku serokê Amerîka Donald Trump gotara xwe ya salane State of the Union pêşkêş kir û tê de bal kişand ser geşbûna Abûriya Amerîka, demokratan bersiva wî da û ronî da ser newekheviya mûçeyan û hewlên çakirina kerta tenduristî û hin mijarên din ên ku Trump gelekî behsa wan nekirbû.

Hakima wîlayeta Michigan Gretchen Whitmer bersiva fermî ya demokratan pêşkêş kir û got tevî nirxandinên gulgulîn a serok “karkerên Amerîka diêşin.”

Trump di axaftina xwe de behsa “serkeftinên mezin ên abûrî” yên rêveberiya xwe kir.

Lê Whitmer got Amerîkî van qezencan bi heman şêweyî wernagirine.

Wê got:

“Ne girînge serok li dor bazara pereyan çi dibêje. Tiştê girîng ew e ku bi milyonan xelkê di dawiya mehê de têra xwe pere nînin, piştî dayîna pereyên veguhestinê û qerzên xwendekaran ya jî dermana… dema serok behsa abûrîya bihêz dike, pirsa min ew e: bihêz e ji bo kê?”

Di derbarê kerta tenduristî de, Whitmer got:

“Demokrat dixwazin mafê we yê tenduristî baştir bikin. Komarî li Waşintonê dixwazin wî mafî ji dest we bigrin.”

Whitmer her wiha behsa kontrolkirina çekan û pêwîstiya ewlehiya dibistanan kir ku Trump di axaftina xwe de nekiribû.

XS
SM
MD
LG