Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Partîya Demokratîk Hember Rûsya û Kempeyna Trump Doz Vekir


Partîya Demokratîk ya Amerîka îro Înê doz li hember Rûsya, rêvebirîya kempeyna Serokê Amerîka Donald Trump û WikiLeaks vekir, bi îdiaya ku wan bi hevre plan danaye ku mudaxeleya hilbijartinên 2016'an bikin.

Partîya Demokratîk di doza federal ya Manhattan ya New Yorkê de îdia dike rêvebirên payabilind yên kempeyna Trump, bi hikûmeta Rûsî û sazîya wê ya îstixbaratî re ketine karekî hevbeş ku zarar bigehînin berbijara Demokrat.

Partîya Demokratîk herwiha îdia dike ku bi heman karî, kompîterên wê hatine hek kirin ku Trump di hilbijartinê de serketî be.

Li gor belgeyên fermî, di doza vekirî de li hember kurê Trump, Donald Trump Jr, alîkarê wî Roger Stone û zavayê wî Jared Kushner jî tawankarî hene.

Qesra Sipî demûdest daxuyanîyek li ser vê doze neda, lê Trump pir caran bi pêgirî red kir ku karekî wî yê wek îdiakirî bi Rûsan re çêbûye.

XS
SM
MD
LG