Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Demokrat Dibîjin Trump Berpirsê Êrîşa Ser Kongresê Ye


Civata Nûneran ya Kongresa Amerîka

Demokratên Civata Nûneran ya Amerîka îro Sêşemê xalên sereke yên doza dadmendî ya ku wan hemberî serokê berê Trump ya bi sedema rola wî ya êrîşa 6'ê Rêbendanê ya dijî avahîya Kongresê (Capitol) dîyar kir.

Demokrat, Trump bi teşwîşqkirina êrîşa hovane û pirsiyarîya rasterast ya bo tundûtûjîya kujêr ya piştî êrîşê derket holê sûcdar dikin.

Kurteya tawanbarîya Demokratan îdîa dike ku Trump ji bûyerên li Kongresa Amerîka bê guman berpirsiyar e û diyar dike ku kiryarên wî pêwîst dike ku ew were tawanbar kirin û jinûve bidest xistina posta seroktîya wî were qedexe kirin.

Di belgeyê de tê ragihandin ku pêdîvî ye ku helwesta Serok Trump bi rengekî herî zelal û vekirî wek kiryareke nayê qabûl kirin were dîyar kirin. Ev ne meseleyeke partîzanî ye. Kiryarên Trump rasterast bingeha ku tevahîya nîqaş û pirsgirêkên din y ên sîyasî ser pêk têne, tehdît kir.

"Wan her wiha sîstema Qanûna Bingehîn ya ku azadîyên bingehîn em diparêzin tehdît kir, " di kurteya belgeyê de hat gotin.

Qanûndanerên Demokrat yên Civata Nûneran bi piştvanîya 10 endamên Komarî, meha borî Trump bi sedema teşwîqkirina serîrakirina hemberî Komara Amerîka wî sond xwaribû ku wê biparêze, împîç kiribûn.

Daxuyanîya kurteya tawanbarîya dadmendî ya îro, di derbarê nêrîn û nêzakîtîyên Demokratan ya di darizandina li Senatoyê de agahdarîyên berfireh radigîhîne.

Demokrat di darizandina de ji hêla 9 Qanûndaneran vê were temsîl kirin.

Hejayê destnîşan kirinê ye ku darizandina li Senatoyê ewê 9'ê Sibatê de dest pê bike.




XS
SM
MD
LG