Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berbijarên Demokrat Dê di Bernameya Nîqaşê de Kom Bibin


Bernameya Demokratan ya çaran
Bernameya Demokratan ya çaran

Berbijarên Partîya Demokrat yên hilbijartina seroktîyê ya Amerîka ya 2020’an dê îro Sêşemê di weşana zindî de kom bibin.

Bi vî awayî berbijarên Demokrat dê cara heftan di weşana zindî de nîqaşan bikin ku ew bername îsal cara yekê li dar dikeve.

Ji berbijaran, Cîgirê Serokê Amerîka yê berê Joe Biden, Senatorê Vermontê Bernie Sanders, Senatora Massachussets Elizabet Warren, Senatora Minnesota Amy Klobuchar, Bajarvanê South Bendê ya li eyaleta Indiana Pete Buttigieg û karsaz Tom Steyer dê bicivin.

Li ber e ku hilbijartina pêş ya Demokratan di serê Sibatê de li eyaleta Iowa çêbe.

Çaverê ye berbijarê Partîya Demokrat di Adarê de eşkere bibe.

Hilbijartina seroktîyê ya Amerîka dê di 3’ê Mijdarê de çêbe.

XS
SM
MD
LG