Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berbijarên Partîya Demokrat Ser Îran û Kêşeya Koçberîyê Axifîn


Jimareke berbijarên Partîya Demokrat di weşana zindî de rû bi rû axifîn.

Berbijaran pirsên moderatoran bersîvandin û ser sîyaseta xwe peyivîn.

Di beşa yekê ya bernameyê de sîyaseta navxweyî ya Amerîka hat nîqaş kirin.

Berbijaran li ser bîma saxlemîyê gotinên xwe kirin û berevanîya sîstema Medicare kirin. Wan da zanîn ku sîstema niha kêrî gel naye û kompanîyên sîgortayê bi mîlyaran dolar qezenc dikin.

Di beşa duyê de berbijar ser kêşeya koçberîyê ya li sînorê Amerîka û Meksîko axifîn.

Jiber wêneyê bav û keça El Salvadorî yên dixwestin di ser Çemê Rio Grande re dixwestin derbazî Amerîka bibin û fetisîn kêşeyê koçberîyê li seranserê cîhanê careke din bûbû rojev.

Julian Castro yê bi eslê xwe Latîn e got ku ‘’Ew wêne divê me hemîyan aciz bike’’ û dîyar kir ku ger ew bibe serokê Amerîka ewê biryarnameyekê demûdest îmza bike û sîyaseta dijî koçberan biguherîne.

Corry Booker, ku pirsa moderator ya ser koçberîyê bi Îspanyolî û Îngilizî bersîvand, da zanîn ku divê ew bo kêşeya koçberîyê çareserîyê bibînin.

Di bernameyê de girjîya bi Îranê re jî, ku jinûve gur bûye, hat nîqaş kirin.

Temamê berbijaran sîyaseta Donald Trump ya li hember Îranê bi tundî rexne kirin.

Senatorê Minnesota Amy Klobuchar dîyar kir ku Amerîka bi vekişîna ji peymana navokî şaşî kiriye û got ku ‘’Amerîk ji şer bi qasî tweetekê dûr e’’

Donald Trump dema bernameya dewam dikir ji Twitterê ‘’ACIZKER’’ nivîsî.

Trump bi berdewamî kanalên NBC û MSNBC jiber kêşeyên teknîk yên di mîkrofonên moderatoran de rexne kirin.

Bo berbijarîya hilbijartina seroktîyê ya 2020’an 20 berbijarên Partîya Demokrat hene.

Di beşa yekê de 10 berbijar axifîn, di beşa duyê de dê 10 berbijarên din îro Pêncşemê biaxifin.

Di beşa duyê de berbijarên xurt yên wek Joe Biden û Kamala Harris hene.

XS
SM
MD
LG