Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Demokrat Bang li Komarîyan Dikin ku Dijî Trump Wêrek Bin


Darizandina bo împîçkirina Serok Donald Trump ya li Civata Senatoran, di roja duyê de bi axaftina dozgerên nûner yên Demokrat dom kir.

7 nûnerên Demokrat yên ku li ser navê Civata Nûneran dozgerîyê dikin dîyar kirin ku Trump di lêpirsîna Ukrayna de tawanbar e û divê were împîçkirin.

Serokê Komîteya Îstixbaratê ya Civata Nûneran Adam Schiff, ku rêberê nûnerên dozger e jî, îdia kir ku Trump li ser Serokê Ukrayna Vladimir Zelenskiy zext çêkiriye, hewil daye dijî hevrikê xwe yê sîyasî Joe Biden bi ser bikeve û wî bi vî awayî posta seroktîyê bi awayekî xirab karanîye.

Wî da zanîn ku ‘’temamê cîhanê’’ rûniştinên ser darizandina Trump temaşe dike û got ku ‘’Encama rûniştinan dê bi awayekî rastexwe bandorê li îtibara Amerîka bike’’

Serokê Komîteya Dadê ya Civata Nûneran Jerrol Nadler, ku ew jî yek ji nûnerên dozger e, bang li senatorên Komarî kir ku li hember Trump bi wêrekî tevbigerin.

Nûnerên dozger yên Demokrat dê îro Pêncşem û sibê Înê jî li Civata Senatoran biaxifin.

Li ber e ku tîma hiqûqê ya dê berevanîya Trump bike roja Şemîyê dest bi axaftinan bike.

XS
SM
MD
LG