Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komarî û Demokrat Ser Paketa Alîkarîyê ya bi Du Trîlyon Dolar li Hev Dikin


Demokrat û Komarîyan ser paketa alîkarîyê ya bi 2 trîlyon dolar ya jiber vîrusa korona hatiye hazir kirin, li hev kirin.

Bo paketê dê berê li Civata Senatoran û piştre jî li Civata Nûneran dengdan çêbe.

Serokê Kêmanîya Demokrat ya Civata Senatoran Chuck Schumer dîyar kir ku paket ‘’pir ne baş e’’, lê bi hin guherînan hatiye qebûl kirin.

Serokê Piranîya Komarî ya Civata Senatoran Mtich McConnell jî got ku ‘’Alîkarî tê.’’

Bi paketa nû ya bi 2 trîlyon dolar tê çaverê kirin ku kompanî û hemwelatî ji dewletê alîkarîya rastexwe bistînin.

XS
SM
MD
LG