Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Demokrat Trump bi Xirabî Karanîna Desthilatê û Astengkirina Kongresê Tawanbar Dikin


Demokratên Civata Nûneran ya Kongresa Amerîkî îro Sêşemê ragihand ku ewê Serokê Amerîka Donald Trump bi du tawanan împîç bikin.

Serokê Komîteya Dadê ya Civata Nûneran Jerrold Nadler got ku Trump hêz û desthilata maqama seroktîya Amerîka, bi awayekî berdewam jibo armancên nerewa û jibo destxistina berjewendîyên şexsî bi kar anî û rê li Kongesê girtiye erka xwe bi cîh bîne.

“Trump xwe li ser qanûnan dibîne. Divê em zelal bikin ku serok jî di nav de, ti kes ji qanûnê ne bilindtir e,” Nadler got.

Wî da zanîn ku Komîteya Dadê wê di nav vê hefteyê de Trump bi fermî tawanbar bike.

Seroka Civata Nûneran ya Amerîka Nancy Pelosi roja Pêncşemê gotibû ku wekî ku qanûna bingehîn ya Amerîka ferman dide, divê Donald Trump ji kar were dûrxistin.

Pelosi ji Nadler xwestinû ku bi tawanên dijî (articles of impeachment) Serok Donald Trump bîne pêş, bi sedema ku wî desthilata maqama seroktîya Amerîka jibo destxistina berjewendîyên şexsî bi kar anîye.

Wê gotibû ku Trump ji wan re ti rêkên din nehiştiye û ew careke din hewil dide ku jibo berjewendîya xwe maytekirinê di hilbijartinên nû de bike.

Li gor rêbazên prosesa împîçkirinê, piştî êrêkirina seroktîya Civata Nûneran, divê Komîteya Dadê eşkere bike ku Serok Trump li ser çi bingehê û bi fermî bi kîjan tawanan were sûcdar kirin.

Demokrat, ku li Civata Nûneran xwedîyê piranî ne, pêdivî bi piranîya basît (1 deng ji nîv hemî dengên 435 endaman pirtir ku ev jî dike 218 deng) heye ku di 243 sal dîroka Amerîka de tenê bo cara çaran serokekî Amerîkî împîç bikin.

Ger Civata Nûneran biryara împîçkirina Trump bide, hîngê divê Civata Senatoran (Senate) ya bi piranîya Komarîyan, di bin çavdêrîya Dadgeha Qanûna Bingehîn (Supreme Court) dest bi peyvajoya darizandina serok bike.

Berevajîya Civata Nûneran, divê Civata Senatoran di dawîya vê prosesê de bi du ji sê hemî dengan (ji 100 dengên giştî 67 deng) biryar bide ku serok ji kar were dûrxistin yan ne.

Jiber ku Komarî 53 kursîyên Civata Senatoran konrol dikin, ne çaverê ye ku Serok Trump ji kar were dûrxistin.

XS
SM
MD
LG