Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Referanduma Tirkîyê: Li 57 Welatan 1,396,697 Deng Hatin Dayîn


Hilbijêrên Tirkîyê li Almanya
Hilbijêrên Tirkîyê li Almanya

Dengdana li Ewrupa ya jibo referanduma Tirkîyê bi dawî bû. Li 6 bajarên mezin yên Ewrupa1 mîlyon û 200 hezar deng hat dayîn.

Dengdana ku di 27'ê Adarê de destpê kir, 14 roj dom kir û di 9'ê Nîsanê de bi dawî bû.

Li Almanya 660 hezar kes dengê xwe karanî ku bû welatê bi referandûmê re herî zêde eleqedar. Piştî Almanya, herî zêde li Fransa û Hollanda gelên Tirkîyê çûn ser sindoqan.

Li Almanya 47 ji sedî hilbijêran, li Fransa jî 44 dengên xwe dan.

Beşdarbûna herî zêde bi 53 ji sedî li Belçîka bû ku bi tevahî 253 hezar hilbijêrên Tirkîyê li wir in.

Li Hollanda ya ku destûr neda rêvebirên hikûmeta Tirk li wir mîtîngen referandumê li dar xînîn 118 hezar 280 kes dengên xwe karanîn ku ew jî 45 ji sedê hilbijêrên Tirkîyê yên li Hollanda ne.

Li dervayî Tirkîyê, li 57 welatan 1,396,697 deng hatin dayîn. Deng bê ku werin vekirin, ji Enqerê re hatin şandin ku ew jî dê di 16'ê Nîsanê de werin jimartin.

XS
SM
MD
LG