Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hunermenda Kurd Dengbêj Gazin Koça Dawî Kir


Dengbêj Gazin

Dengbêj Gazin (Razîye Kizil) ku 57 salî bû, roja Duşemê li nexweşxanya Zanîgneha Wanê jîyana xwe ji dest da.

Gazin berî çar rojan krîza dil derbaz kir û rewşa wê giran bû.

Hunermenda Kurd li Tatwana Bedlîsê ji dayîk bû. Wê di 14 salîya xwe de zewicî û bû dayika pênc zarokan.

Wê bi birayê xwe Hawar re, bi navê Gazin û Hewar heft albûmên stranan derdixe, paşê jî bi serê xwe bi navê Evdalê Zeynikê albûmeke dengbêjî derdixe.

Gazin jiber zextên civakî navê xwe yê rastîn di albuman de bi kar nayîne. Gazin, piştî ku li Wanê Mala Dengbêjan vebû, li wir jî cîh girt û beşdarî gelek festîvalên netewî û navnetewî bû.

Hunermenda Kurd Gazin roja yekê ya cejnê li Wanê hat binax kirin.

Birayê wê Hawar ji guhdarên Dengê Amerîka re behsa Gazin û dengbêjîya wê kir.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:04:42 0:00

Şîroveyan bibîne (1)

Ev forume hate girtin.
XS
SM
MD
LG