Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Dengdana Nû ya Ser Rêkên Brexitê de Piranîya Pêwîst Çênebû


Parlamanterên Brîtanya ser derketina ji Yekîtîya Ewrupa (YE) beşdarî dengdaneke nû bûn.

Di dengdanê de bo 8 rêkên veqetîna ji YE’ê ji parlamanteran hat xwestin ku ‘’Erê’’ yan ‘’Na’’yên di qutîkan de tije bikin, lê ti senaryoyên Brexitê piranîya pêwîst nestand.

Di dengdanê de, rêkên wek veqetîna ji YE’ê ya bêpeyman, betalkirina Brexitê û dubarekirina referandumê hebû.

Hêjayî bîrxistinê ye, Brexit berê du caran li parlamantoyê hat red kirin.

Reutersê ji zarê parlamantarekî Brîtanya ragihand ku serokwezîra wî welatî Theresa May dîyar dike ku ger Brexit were pejirandin ewê karvekişîna xwe ragihîne.

XS
SM
MD
LG