Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nûçegîhanê Die Welt yê Tirkîyê Denîz Yucel Hat Girtin


Nûçegîhanê rojnameya Alman Die Welt yê Tirkîyê Denîz Yucel, ku ji 14 Sibatê vir ve di bin çavan de bû, do Sêşemê ji hela dadgeha Stenbolê ve hate girtin.

Dadgehê bi tawanbarîya sûcên wek ”endamê rêxistina terorî” û "tehrîkirina gel a ber bi kîn û nefretê" biryara girtinê da.

Piştî ku biryara girtina Yucel hate bihîstin, li Almanya bertekên mezin derketin holê. Serokwezîra Almanya Angela Merkel daxuyanîyek da û girtina Yucel rexne kir.

"Hikûmeta Almanya ji adaleta Tirkiyê daxwaz dike ku di nêzîkatîya Yucel de li gorî prensîbên azadîya çapemenî tevbigere. Jibo ku Yucel li gor prensîba dewleta hiqûqî rastî muameleya adil were, çi ji deste me bê emê bikin. Em hêvî dikin ku Yucel di demek nêzîk de were berdan."

Parêzerên Yucel jî dîyar kiribû ku sedema girtina wî çêkirina nûçeyên ya derbarê Wezîrê Enerjî yê Tirkîyê, Berat Albayrak e ku e-maila wî hatibû hack kirin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku rojnameger Tunca Ogreten, Omer Çelîk û Mahir Kanat di meha borî de ji heman dozê hatibûn girtin.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:01:35 0:00

XS
SM
MD
LG