Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Tirk Biryara Berdana Rojnamevan Denîz Yucel Dide


Karbidestên Alman' ragihand ku rojnamevan Denîz Yucel, ku saleke vir ve li Tirkîyê girtî ye, îro ji girtîgehê tê berdan.

Berdevkê wezareta derve yê Almanya Rainer Breul kêfxweşîya xwe li ser biryarê dîyar kir. “Em dixwazin spasîya sîstema dadwerî ya Tirkîyê bikin,” Breul li Berlînê ji nûçegîhanan re got.

Parêzêrê Yucel, Veysel Ok jî li ser Twitter’ê da zanîn ku di dawîyê de biryarek hate dayîn ku Denîz Yucel were berdan.

Yucel ku xwedîyê statuya hemwelatîya Almanî û Tirkî ye, bi sedemên terorîzmê û propaganda terorê, di 14’ê Şubatê de li Stenbolê hatibû desteser kirin.

Hikûmeta Almanî girtina wî wek gaveke sîyasî bi nav kiribû û ew yek di navbera Almanya û Tirkîyê de bûbû sedema krîzeke kûr.

Hêjayî balkişandinê ye ku biryara berdana Yucel, rojeke piştî hevdîtina serokwezîrê Tirkîyê Bînalî Yildirim ya ligel hevtaya wî ya Alman Angela Merkel li Berlînê tê.

XS
SM
MD
LG